Li Endonezyayê ji ber erdhejê 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dan 5 hezar kes jî winda bûn

Li Endonezyayê ji ber edhej û tsunamîyê kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezaran û hejmara windabûyîyan jî derket 5 hezaran.

Di erdhej û tsunamîya ku li Girava Sulawesîya Endonezyayê pêk hat de her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe. Li gor agahîyên ku herî dawî hatine wergirtin ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezaran û hejmara kesên winda jî bû 5 hezar.

Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin her ku diçe hejmara mirî, winda û birîndaran zêde dibe.

Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afeta Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho derbarê mijarê de diyar kir ji ber erdhej û tsunamîyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezaran û hejmara kesên winda jî bû 5 hezar.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn