Li Endonezyayê ji ber tsunamîyêhejmara mirîyan derket 429an

Hat ragihandin li Endonezyayê ji ber tsunamîyêhejmara mirîyan derket 429an.

Di 22ê Berfanbarê de li Tengava Sundaya Endonezyayê tsunamî pêk hatibû, di encama tsunamîyê de hejmara mirîyan derket 429an û zêdetirî hezar 400 kesî jî birîndar bûn.

Berdevkê Ajansa Birêveberîya Bobelatê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Berdevk Sutopo di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  herêmên Serang, Pandeglang û Lampung ji tsunamîya ku pêk hatiye tesîrdar bûne û zêdetirî hezar û 400 malî ji tsunamîyê zirar dîtine.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin hejmar mirîyan her ku diçe zêde dibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir