Li Endonezyayê di Grava Sûmatrayê de keştiyeke rêwiyan di Gola Tobayê de binav bû. Hat îfadekirin ku di encama qezaya qewimî de 178 kes winda bûn.
Berdevkê Emniyeta Endonezyayê Yusrî Yûnûs daxuyanî da û îfade kir ku keştiya darîn ya bi navê, “KM Sînar Bangûn”ya rêwiyan li ser Gola Tobayê ji Samosîrê diçû herêma Sîmalungunê binav bû. Li gor agahîyên ewil 178 kes winda bûn.
Di çarçoveya xebatên sehîkirin û rizgarkirin de Wezareta Ragihandinê 5 ekîbên taybet wezîfedar kir.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Pûrwo Nûgroho diyar kir ku heta niha 19 kes hatine xelaskirin û cinazeyê kesekî hatîye derxistin.
ÎLKHA