Li Enqerê lehî: 3 birîndar

Li Mamaqa navçeya Enqerê lehî rabû û 3 kes birîndar bûn.

Di saetên nîvro de li Enqerê tavî ket bi sedem barana zêde lehî rabû.

Li gor agahîyên hatin wergirtin ji ber barana zêde li ser rêya Neşet Ertaş ya Mamaqa Enqerê lehî rabû û gelek wesaît ketin ber lehîyê û herikîn.

Ji ber rabûna lehîyê gelek kargeh di bin avê de man û gelek wesaît jî li ber avê çûn.

Ji ber rabûna lehîyê ajovanên wesaîtan gelek zehmetî kişandin û gelek ekîbên îtfahe û yên polêsan hatin sewqkirin deverê.

Hat îfadekirin ku ji ber lehîyê 3 kes birîndar bûnin. Hat dîtin ku li deverê zirara maddî gelek pêk hatîye.

Piştî rabûna lehîyê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Enqrê Mûstafa Tûna derbarê lehîyê de daxuyanîyek da û wiha got: “Ev 500 sale feleketek wisa çê ne bû ye. Niha kesekî mirî û yê windayî tineye. Kesekî jiyana wî di talûkê de ye jî tineye. Zîyanekê mezin çêbûye, lê belê tesellîya mezin ewe ku tiştek bi tu kesî nehatîye.”

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin
Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî