Li Entabê pevçûna muxtarîyê: 2 mirî 2 birîndar

Li Entabê ji ber hilbijartina mûxtarîyê di navbera 2 koman de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Şahînbeylîya Entabê ji ber hilbijartina mûxtarîyê di navbera 2 koman de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Koksalana Şehîtkamîla Entabê pêk hat.  Li gorî îddîayan piştî dengdayînê di navbera nasên du namzedên mûxtarîyê de li hewşa mektebê nîqaş derket. Nîqaşa ku dest pê kir di demeke kurt de bû pevçûn û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de Eyup Kaplan û kesekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û li cihê bûyerê tedbîr hatin standin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn