Li Entabê qeza: 4 mirî 12 birîndar

Li Entabê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Entabê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 20emîn kîlometreya Rêbeja Îslahîya-Hasayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 06 BF 310 a ku ajokarê wê Tarik Ekîncî bû û wesayîta bi plaqeya 67 YE 057 a ku ajokarê wê Serdar Subaşi bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de  Emîne Duman, Sevgî Ekîncî, Meryem Uçar û Îbrahîm Duman jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin