Li Entabê qezaya trafîkê: 2 mirî 5 birîndar

Li Nîzîpa navçeya Entabê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

 Hat ragihandin  li Nîzîpa navçeya Entabê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Nîzîp-Bîrecûkê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya  33 cdk 07 a ku ajokara wê Leyla Aydin bû û otomobîla bi plaqeya 27 F 5984 a ku ajokarê wê Mehmet Karadenîz bû li hev qelibîn.  Di encama qezay ku pêk hat de Mehmet Karadenîz û Fehîla Sînaci li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Melîha Karadenîz (61), Emîne Karadenîz (28), Hamza Sînaci (9), Adem Sînaci (7) û Emîne Ezgî Sînaci jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin  rakirin nexweşxanê.Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. Û Leyla Aydina ajovana otomobîla ku qeza kir ji teref cendirmeyan ve hat binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e