Li Entabê rê hilweşîya: 10 birîndar

Li Entabê ji ber ku borîyê teqîya rêbej hilweşîya, di encama bûyera ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Entabê ji ber ku borîyê teqîya û ji ber barana ku zêde barîya rêbej hilweşîya, di encama bûyera ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Fistikliya navçeya Şehîtkamîlê  pêk hat. Borîya avê ya ku ji Xaçerêya Trugut Ozalê derbas dibû teqîya.  Ji ber ku rê ji nişka ve hedimî mînîbûsa bi plaqeya 27 S 3715 a ku ajokarê wê Ahmet Polat bû û wesayîta bi plaqeya 27 BHJ 82 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn ketin kuncala ku vebû. 10 kesên ku di wesayîtan de bûn sivik birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî kesên birîndar kirin. Wesayîtên ku ketin kuncalê bi mekîneyên kar hatin derxistin û rêya ku ji trafîkê re hatibû girtin cardin hat vekirin.

Derbarê mijarê de ji teref GASKÎyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di xeta avê de arizeyek pêk hatiye û ji ber vê yekê jî rêbej hedimîye. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo ariza bê tamîrkirin xebar berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Li kitêbxaneyên Amedê erzaniya Remezanê