Li Filipînan bager: Herî kêm 50 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Filipînan ji ber bagêra Mangkhuta ku ji ber hêza xwe jê re “super” tê gotin zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Filipînan ji ber bagêra Mangkhuta ku ji ber hêza xwe jê re “super” tê gotin zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 hezar kes jî ji cihê ku bagerê xistîye bi tesîra xwe hatin tahlîyekirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber bagerê di madeneke zêran de hedimîn çêbû û 40 karker di bin axê de man ku tê diyarkirin ji van 40 karkeran tevde 30 karker jiyana xwe ji dest dan.

Xebatên xelaskirin û rizgarkirinê li herêmê hêj berdewam dikin û tê endîşekirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn