Li Fîlîpînan êrîş li camîyê hat kirin: 2 mirî 4 birîndar

Li Fîlîpînan êrîşa bombeyî li camîyekê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li  Zamboangaya Fîlîpînan êrîşa bombeyî li camîyekê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes mirin û 4 jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan di dema êrîşê de di xew de bûn. Êrîşa ku hat kirin hema piştî êrîşa ku li dêrê hatibû kirin re hat kirin ku ev yek jî balan kişand li ser xwe.

Weke ku dê bê bîran berî vê çendakî referandûma ku ji bo xweserî ji Mislimanan re bê dayîn hatibû kirin û Misliman hilbijartinê qezenc kiribûn ku êrîşên ku hatin kirin tiştine din tînin bîran.

Berdevkê Artêşa Fîlîpînan Gerry Besane derbarê êrîşa ku hat kirin de destnîşan kir hêj nayê zanîn ku ev êrîşa ku li camîyê hatiye kirin mîsîllemeya êrîşa dêrê ye an na ku ew gelek îhtîmalan dinirxînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin