Li Filistîna ku di bin îşxalê de ye çalakîya çekdar: 6 siyonîst birîndar bûn

Di çalakîya çekdarî ya ku li Ramallaha Filistînê hat lidarxistin de 6 kesên siyonîst birîndar bûn.

Li nêzî Orfaya Wargeha Cihûyan a li nêzî Ramallaha ku di bin  îşxalê de ye çalakîyeke çekdarî hat lidarxistin. Di çalakîya çekdarî de 6 kesên siyonîst birîndar bûn.

Di wîdeoya ku ji teref çavkanîyên rejîma îşxalker û siyonîst ve hat belavkirin de  tê dîtin ji wesayîteke ku tê de berxwedêr hebûn bi çekan gule berdan komek leşkerên siyonîst û dû re kesên berxwedêr ji cihê çalakîyê dûr dikevin.

Hat ragihandin di encama çalakîya ku hat lidarxistin de siyonîstên giran  û yên din jî sivik birîndar bûne û hatine rakirin Nexweşxaneya Hadassah Ein Kerem a li Qudsê.

 Piştî çalakîya ku hat kirin re têketin û derketina Orfa Wargeha Cihûyan ji teref siyonîstan ve hat girtin.

Hamasê çalakîya ku hat lidarxistin girt li ser xwe

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin de hat diyarkirin çalakî ji teref yekîneyên ku girêdayê wan in ve hatiye lidarxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû