Li Filistînê 3 xort hatin şehîdkirin

Doh êvarî 3 xortên Filistînî ji teref siyonîstên terorîst ve hatin şehîdkirin.

Hat ragihandin doh êvarî 3 xortên Filistînî ji teref siyonîstên terorîst ve hatin şehîdkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst doh êvarî li Herêma Qebra Ûsif êrîş birin li ser wesayîteke ku 2 xortên Filistînî tê de bûn. Di encama êrîşa hovane ya siyonîstên terorîst de 2 xortên Filistînî birîndar bûn. Tê diyarkirin her du xort ji ber ku di wextê wê de mudaxele li wan nehat kirin şehîd bûn. Lewra siyonîstên terorîst piştî ku her du xortan birîndar kir re li ber serê wan sekinînin heta ku ji ber xwînê şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li Nablûsê 2 xortên Filistînî bi berikên siyonîstan hatin şehîdkirin ku navên şehîdan Raîd Haşîm Muhammed Hamdan û Zeyd Imad Muhammed Nurî ye.

Her wisa hat diyarkirin Omer Ebû Leylayê ku berî vê 3 rojan li dijî siyonîstên terorîst çalakî li dar xistibû û 2 siyonîstên terorîst kuştibû jî hat şehîdkirin.

Tê diyarkirin Omer Ebû Leyla, ji ber ku îxbara wî hatiye kirin  siyonîstên terorîst êrîş birine li ser mala ku ew lê dima û ew şehîd kirine.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir