Li gundê Mirqulyayê ya navçeya Bismilê pirsgirêka salan a ku nehatiye çareserkirin: Rê û paqijî

Welatiyên ku li gundê Mirqulyayê ya ser bi navçeya Bismila Diyarbakırê pirsgirêka rê û paqijiyê dijîn, ji bêeleqetiya saziyên peywendîdar dinalin û bang li berpirsên saziyan kirin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Muxtarê gund Mehmet Karabulut ê ku li gundê Mirqulya ya ser bi Navçeya Bismila Diyarbakırê bi salan e li bendewariya çêkirina rêyên xwe ye, bal kişand li ser wê yekê ku xebatên paqijiyê yên di qada berpirsiyariya şaredariyê de bi qasî pêwîst nayên kirin û bang li rayedaran kir.

Li Mirqulya ku 60 kîlometre dûrî navenda bajarê Diyarbakırê û 25 kîlometre dûrî navenda navçeya Bismilê ye, rêyên nava gund di nav toz û axê de ne. Zibilê heywanan ku şêniyên gund yên bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin dirêjî qadên vala dikin, ji bilî ku qirêjiya dîtbarî çêdike, bêhna xirab jî belavî derdorê dike. Muxtarê gund Mehmet Karabulut diyar kir ku tevî daxwaza wî ya ji şaredariyê re – hem ji bo raxistina keviren parkeyê yên kilîtkirî li ser rêyên nav gund hem jî ji bo civandina gubreyên/pîsiyên navborî – heta niha ti xebat nehatiye destpêkirin.

"Li Bismilê pirsgirêkên çar gundên me jî heman tişt in"

Mehmet Karabulut

Karabulut ê ku derbarê rewşa gund û zehmetiyên ku dikişînin de agahî dan wiha got: "Em wek eşîra Beritan li vir in. Li Bismilê çar gundên me hene. Mixabin pirsgirêkên her çar gundên me jî heman tişt in. herî dibêjî heman tişt e, pirsgirêkên din dibêjî heman tişt e. Heta niha ti çareserî nehatiye hilberandin. Em jî mirov in, em li vir dixwazin mîna mirovan bijîn. Pêdiviya gundên me niha bi çi heye? Çêkirina rêya me, raxistina keviren parkeyê û keviren kilîtkirî, kirina paqijiyê û paqijkirina pîsiya heywanan e. Ez van hem ji şaredariya xwe hem jî ji dewleta xwe daxwaz dikim."

Karabulut van îfadeyan bi kar anî: "Têkildarî rêya me heta niha ti xebat nehatiye kirin. Tenê sala çûyî ji aliyê şaredariyê ve xebatek hatibû kirin. Piştî wê ti xebat nebû. Em bi salan e vê yekê tînin ziman. Ez 2,5 sal e muxtar im. Min ev mijar gelek caran hem bi devkî hem jî bi dilekçeyan re gihand cihên peywendîdar. Em dixwazin êdî dest li vê pirsgirêkê bê werdan. Ev mirov jî mirovên vê welatî ne. Dema ku ez li Çewlikê (Bingöl) dijiyam, min dît ku heta malên li serê çiyayan keviren parkeyê û xizmeta avê hatibû birin. Vê gavê ji aliyê şaredarî û DİSKÎyê ve ji bo me xebata sondajê hat kirin. Ji ber vê yekê ez spasiya şaredarî û DİSKÎyê dikim. Em ji kirina van xizmetan memnûn in. Lê belê mixabin di mijara rê de ez ne memnûn im."

"Di havînê de ji ber tozê, di zivistanê de jî ji ber herîyê em zehmetiyeke mezin dikişînin"

Karabulut bang li hemû meqamên berpirsiyar kir û wiha axivî: "Şaredarî bibe, dewlet bibe, kî dike bila bike ji bo min tiştekî naguhere. Partiya A, Partiya B, Partiya C ji bo min ne giring e. Ez wek muxtarekî dibêjim; daxwaza min kirina xizmetê ye. Daxwaza min tenê ew e ku meşena rêya me bikin û ev rê di zûtirîn dem de bê çêkirin. Ji ber ku ji ber vê çamûr û tozê hin mirov nikarin li ber deriyê malên xwe rûnên û bi zarokên xwe re bi rehetî demê derbas bikin. Di havînê de ji ber tozê, di zivistanê de jî ji ber çamûrê em zehmetiyeke mezin dikişînin. Em dixwazin di zûtirîn dem de dest li vê pirsgirêkê bê werdan."

Karabulut bala kişand li ser wê yekê ku pirsgirêka navborî tenê di gundê wan de nîne, di gundên din ên ku peywendiyên wan ên xizmatiyê hene de jî heye û van tiştan got:

"Gundê min ne tenê ye. Çar gundên me yên ser bi eşîra Beritan hene. Dema ku ez li gundên din dinêrim, ez dibînim ku kevirên parkeyê û kevirên kilîtkirî hatine çêkirin. Lê belê mixabin di sê gundên me yên ser bi Eşîra Beritan de ev xebat nehatine kirin. Di mijara paqijiyê de jî heman pirsgirêk heye. Sala çûyî paqijî hatibû kirin lê îsal heta niha nehatiye kirin. Min ev mijar jî gihand cihên peywendîdar. Heta niha em li bendê ne. Ez dixwazim ku xebata paqijiyê di zûtirîn dem de bê kirin."

"Em dixwazin ku pîsiya heywanan bê paqijkirin"

Karabulut di berdewamiya axaftina xwe de van îfadeyan bi kar anî: "Çop tên civandin. Lê belê em bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin û di nav gund de gelek pîsiya heywanan heye. Derfeta piraniya welatiyên me nîne ku van pîsiyên heywanan bibin cihêkî din. Em ji şaredariya xwe daxwaz dikin ku van pîsiyan paqij bike. Ez jî van daxwazan dikeyînim şaredariyê. Ji me re dibêjin 'Em ê bikin' lê mixabin her dem di gotinê de dimîne. Daxwaza min ew e ku rêya me bi kevirên kilîtkirî bê çêkirin. Pêdivî bi çêkirina asfaltê nîne. Asfalt tenê li ser kolana me ya sereke heye. Ji bilî vê em dixwazin ku rêyên nav gund bi kevirên kilîtkirî bêne çêkirin. Em vê daxwaza xwe digehînin hemû kesan."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çewlig de otomobil şîyo zerê veyîre: 2 birîndarî estê
Tedbîrên hêsan yên ku dê bên girtin giringiyeke mezin hewîn dikin
Li Diyarbakırê di nav leglegan de surprîza flamîngoyan
Ajokar jiyana xwe ji dest da
Kesek canê xwe ji dest da