Li Şirnexê keştî bin av bû: Kesek canê xwe ji dest da
Çar jinên ji malbatekê ku li nêzî Qesra Elo Dino ya li ser rêya Basê a Şirnexê diçûn pîknîkê, dema ku qeyika wan binav bû, ketin nav avê. 3 jin hatin rizgarkirin, lê jineke 22 salî canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Navenda Bangên Acil a 112 îro piştî nîvro raporek wergirtiye ku çar jinên ji malbateke ku li kêleka Çemê Dîcleyê li ser rêya Basê (Guçlukonak) pîknîkê dikirin, piştî ku qeyika wan binav bû, ketine nav avê.
Bi destwerdana welatiyên li derdorê 3 jin ji avê hatin rizgarkirin, Y.I. yê 22 salî jî di çem de winda bû.
Piştî xeberdayînê, ekîbên AFAD, polês, cenderme û îtfaîyeyê ji herêmê re hatin şandin. Ji bo hêsankirina operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, deriyên bendavê ji aliyê Rêveberiya Santrala Hîdroelektrîkê ya Ilısu ve hatin girtin da ku herikîna avê kêm bibe.
Ekîbên noqav û lêgerîn û rizgarkirinê yên ku hatine herêmê li Çemê Dîcleyê operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Di encama van xebatan de, cenazeyê bêcan ê Y. İ. hat dîtin.
Tê texmînkirin ku cenazeyê jina 22 salî piştî temamkirina prosedurên pêwîst ji bo radestkirina malbata wê ji nexweşxaneyê re were şandin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.