Li Mêrdînê ajokarê motorsîkletê li dîregê elektrîkê xist, jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Artukluya Mêrdînê, motorsîkleta ku ajokarê wê kontrola dîrenksiyonê winda kir li stûna elektrîkê xist. Ajokar H.D. ê ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû midaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Qeza, li Taxa Savur Kapı ya ser bi navçeyê ve çêbû. Motorsîkleta bi plakaya 47 ACU 509, ji ber ku ji kontrola ajokarê xwe derket, li stûna elektrîkê xist.
Bi bandora lêxistinê ajokar H. D. bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polês sewqî cihê qezayê bûn.
Piştî midaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê, H. D. bi ambulansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. H. D. ê ku tevî hemû midaxaleyan jiyana xwe ji dest da, li Goristana Gundê Çiftlikê hat definkirin.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.