Li Hênê pevçûn: Polêsek jiyana xwe ji dest da

Di pevçûna çekdarî ya ku li Hêneya Diyarbekirê derket de polêsek birîndar bû û polêsek jî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin li Hêneya Diyarbekirê di navbera polês û kesên PKKyî de pevçûn şer derket, di encama şerê ku derket de 2 polês birîndar bûn. Polêsekî ku giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Hêneya Diyarbekirê ji ber şiphê polêsan wesayîtekê taqîb kirin. Di dema taqîba wesayîtê de kesên PKKyî yên di nav wesayîtê de berik berdan bi ser polêsan de. Di encama hewadîsa ku pêk hat de 2 polês birîndar bûn. Polêsên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê mudaxeleyan polêsek jiyana xwe ji dest da.

Ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li Hêneya Diyarbekirê di dema taqîbkirina wesayîteke şikdar de li nêzî mewqîya Turaliyê kesên PKKyî berik berdan polêsan û di encama bûyerê de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir