Li Herêma Kurdistanê krîza sîyasî kûrtir dibe: YNK ji hikûmetê vekişîya

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew wekî YNKyê rûniştina Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û ji hikûmetê vedikişin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, piştî civîna Encumena Serkirdayetiya YNKyê ya li Silêmaniyê, li ser çalakbûna Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyan piştî biryara vekişînê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û ekîba YNKyê ya di hikûmetê de ew ê ofîsên xwe yên li Hewlêrê biterikînin û vegerin Silêmanîyê.

Bafil Talebanî li ser avakirina hikûmetê weha got, “Her carê ku bipêşketinek çêbûbe, hatiye têkdan. Serkirdayetiya partiyê desthilat daye min ku ez biryaran bidim. Ji vê kêliyê ve em ji vê hikûmetê vedikişin. Em ji bona ku çi ji bo xelkê herêma me pêwîst be em ji wan re bikin ew ê hemû hêza xwe bi kar bînin."

Parlamento piştî du salan civiya

Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî nêzîkî du salan cara yekem civiya û serok û alîkarê serokê parlementoyê hilbijartin.

Lê belê, YNK û Tevgera Nifşê Nû beşdarî rûniştinê nebûn. Boykotkirina YNK û piştre ragihandina vekişîna ji hikûmetê, dubendiya sîyasî ya di navbera PDK û YNKê de li Herêma Kurdistanê dîsa anî rojevê.

Daxuyaniyên Bafel Talabanî nîşan didin ku nakokiya di navbera her du partîyên mezin ên Kurd de li ser sazî û karmendên îdarî yên hikûmeta herêmê dikare hîn kûrtir bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Berteka gel li dijî rakirina molozên piştî hilweşînê li Rezan a Diyarbekirê
Li Agiriyê cihên bilind spî bûn
Kerwani Umudê Çoligi yarsê çend êliyan re bi hawar vegişt
Em ê hemû bajarên Kurdistanê bi hev ve girê bidin
Ji bo 19 bajaran hişyariya berf û baranê