Li Hewlêrê di êrîşa ku li avahîya walîtîyê hat kirin de 4 kes mirin

Li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê di êrîşa çekdarî ya ku li avahîya walîtîyê hat kirin4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin 2 jê zarok tev de 3 kesên êrîşkar bi çekan êrîş birin li ser avahîya walîtîyê. Di encama pevçûna ku derket de 3 êrîşkar hatin kuîtin û ji 2 xebatkarên walîtîyê yên ku rehîn hatibûn girtin xebatkarek di pevçûnê jiyana xwe ji dest da û yê din jî hat rizgarkirin.

Li gor agahîyên ku hatine belavkirin di pevçûnê de 2 polês jî birîndar bûn.

Navên kesên êrîşkar hatin daxuyandin. Li gor daxuyanîyên ku hatine belavkirin  navên kesên êrîşkar wisa ye: Rehêl Muhammed Rustem Musa (16), Bîlal Silêman Abdurrahman Ahmed (18), Abdurrahman Rahîm Kadir Huseyîn (16). Hat diyarkirin her sê kesên êrîşkar li ser nifûsa Hewlêrê qeydkirîne.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  karkerê walîtîyê yê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye kesê bi navê Ferhan Aliya Braimokayê li ser nifûsa Şaklawaya Hewlêrê qeydkiriye.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Hewlêrê  Newzad Hadî ve daxuyanîk hat dayîn. Walî Newzed destnîşan kir berî niha jî avahî bûbû hedefa êrîşan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû