Li Hollanda dozgerî destûr da weşana fîlma ku neyartîya Îslamê dike

Ji Fîlma ku ji teref partîya ku serokê wê Geert Wilders e ve hat amadekirin û tê de neyartîya Îslamê tê kirinre ji teref dozgerîyê ve destûra weşanê hat dayîn.

Li Hollandayê dozgerîyê derbarê fîlma ku ji teref Partîya Azadîyê ya ku neyarê Îslamê ye ve hat amadekirin û tê de propagandaya “Dînê Îslamê dînê şiddetê ye” tê kirin de qerara da. Li gor dozgerîyê di fîlmê de tu hêmanên sûcê tuneye û dikare bê weşandin.

Li gor dozgerîyê fîlm Mislimanan hedef nagire, bes dînê Îslamê hedef digire ku ji ber vê yekê hewce nake ceza jê re bê dayîn.

Di fîlma ku wek 2 deqîqe û nîv di televîzyona dewletê de û li ser înternetê hat weşandin de di bin navê Îslamê de cî hat dayîn van gotinan: “teror, şiddet, nefreta cihûyan, homofobî, dijminê pîrekan, koletî, şerîat.”

Serokê Partîya Azadîyê Geert Wilders qerara dozgerîyê ji ser twîtterê nirxand û destnîşan kir “Qerareke baş e. Em ê di demeke nêz de rastîyên derheqê Îslamê de di televîzyonê de di wextê weşana partîyên sîyasî de nîşan bidin.”

Mislimanên li Hollandayê bertek nîşanî fîlmê dan û derheqê fîlmê de gilîdar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir