Li Îngîlterê teqîn: 30 birîndar

Li Îngîlterê di teqîna ku di şahîyekê pêk hat de nêzî 30 kesan birîndar bûn.

Li Londraya paytexya Îngîlterê di mihrîcaneke ku dihat tertîpkirin de teqîneke pêk hat. Di encama teqînê de nêzî 30 kesan birîndar bûn.

Bûyer li herêma Stamford Hîllê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di mihrîcana kolanê ya ku ji teref cihûyan ve dihat tertîpkirin de agir hat pêxistin. Agirê ku hat pêxistin bû sedema teqînê.

Li gor îddîayên di çapemenîya Îngîlterê de hatine weşandin  telefonek bûye sedema teqînê. Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn