Li Îrana di xeta xazê de teqîn: 5 mirî

Ji ber teqîna xeta xazê ya ku li Îranê pêk hat 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Îranê di xeta xazê ya li nêzî rêbeja Ahvaz-Mahşehrê teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Kîyamers Hacîzadeyê Midûrê Giştî yê Birêveberîya  Qeyranê yê Parêzgeha Hûzistana Îranê daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin teqîn ji ber qeçaxa xazê pêk hatiye ji ber teqîna pêk hat otobus, otomobîl û TIReke ku ji wê derê derbas bû şewitî û di encama bûyerê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn