Li Îranê 2 ton tiryak hat bidestxistin

Li Îranê di du operasyonên ku hatin lidarxistin de 2 ton tiryak hat bidestxistin.

Hat ragihandin li rojavayê Tahrana paytexta Îranê di du operasyonên ku hatin lidarxistin de ji teref Fermandarîya Teşkîlata Polêsan a Bajêra Tahranê ve 2 ton tiryak hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarê Teşkîlata Polêsê Tahranê General Muhsîn Xançerlî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Xançerlî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Piştî ku derheqê tacirên jehrê de ji me re îxbar hat kirin re me li Şehrîyara Tahranê operasyon li dar xist. Di operasyona ku hat lidarxistin de 2 ton û 293 kîlo tiryak hat bidestxistin û kesên sûcdar jî hatin binçavkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn