Li Îranê êrîşa çekdarî li baregaha leşkerî hat kirin: Mirîyek û 5 birîndar

​Li Parêzgeha Sîstana Îranê êrîşa çekdarî li parêzgeha leşkerî hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Parêzgeha Sîstana Îranê êrîşa çekdarî li parêzgeha leşkerî hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş di wextên şeveqê de ji teref 2 kesên çekdar ve hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serdozgerê Nîkşehr ve daxuyanîyek hat dayîn. Serdozger di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di êrîşa ku hat kirin de leşkerê bi navê Murtaza Elî Ehmed jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin li herêmê Siûd, Mirnîşînîyên Yekgirtî yên Ereban û Amerîka destekê dide hinek koman û ev kom carcaran êrîşên çekdarî tertîp dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e