Li Îranê lehî: 11 mirî

Li Şîraza Îranê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Şîraza Îranê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku zêde barîya li Şîraza parêzgeha Îranê lehî rabû. Ji ber lehîya ku rabû nêzî 200 wesayît di ber avê re çûn.

Serokê  Sazîyên Rewşa Acîl ê Îranê  Pîr Huseyîn Kolîvend derbarê mijarê de diyar kir ji ber lehîyê 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran ji ber îhtîmala lehîyeke din û hezaza erdê hişyarî  li welatîyan kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn