Li Îranê sûîqest li alimekî hat kirin

Li Îranê alimekî di sûîqesta ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin êrîşa çekdarî alim û akedemîsyenê sûnnî yê bi  navê Mevlevî Abduşşekur Terşabîyê ku li Haşa navçeya Sîsya-Belûcîstanê de dijîya hat kirin. Terşabî di sûîqesta ku ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da.

Arîkarê Qeymeqamê Haşê  Muhammed Ahmedî Bolag derbarê mijarê de diyar kir  Terşabî di sûîqesta ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da ku ev yek xelkê navçê xemgîn kir. Bolag her wisa destnîşan kir Terşabî di warê akademî û ilmê de kesekî navdar bû û li herêmê parêzvanê yekîtî û digelhevîya Îslamê bû.

Bo kesên êrîşkar bên girtin xebat hatin destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir