Li ‘Iraqê Êrîş

Di Heft Êrîşên Bi Bombe De 35 Kes Hatin Kuştin

Li Beğdaya paytexta İraqê, heft êrîşên bi bombe hatin rast kirin. Di êrîşan de 35 kes hatin kuştin, 47 kes jî birîndar bûn.

Danê sibehê li hinek tax û mehellên İraqê, heft êrîşên bi bombe hatin rast kirin. Li bakura Beğdayê li mehella Şûlayê, bi wesaîteke bombe barkirî, êrîş hat rast kirin. Di êrîş û teqînê de 33 kes hatin kuştin.35 kesên birîndar jî rakirin nexweşxana El Hekîm. Li ber mala Cemaleddîn Muhammedê şêwirmendê serekwezîrtiyê, li mehella Ğazaliye, li semta El Dora jî bombe hatin teqandin. Çend kes birîndar bûn. Li herêma El Amiriye ya ku li başûrê rojavaya paytextê ye, bombeke avêtin malekê. Bi teqînê du kes mirin.

Li gor îstatîstîkên resmî, tenê bi êrîşên di meha Nîsanê de, 126 kes hatine kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin