Li Iraqê lehî rabû: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji ber barana ku zêde barîya li Iraqê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li Iraqê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber baran ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de li parêzgeha Selahaddînê 5 kes, li Mîsanê kesek û li Basrayê jî kesek jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hatiye belavkirin li herêmên din jî ji ber lehîya ku rabûye xelk bi şikleke neyînî tesîrdar bûye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir