Li Iraqê pevçûn: 4 mirî 17 birîndar

Di pevçûna ku li Necefa Iraqê rû da de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Necefa bajêra Iraqê 4 kesên ku terefdarên Serokê Hareketa Sadrê Muqteda es-Sadr bûn jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin terefdarên Muqteda es-Sadr li ber navenda danûstandinê ya ku aîdî Ebu Dua el-Îsawîyê alîkarîyê berê yê Sadr bû  kom bûn û xwepêşan li dar xistin. Kesên ku li ber navenda danûstandinê kom bûn xwestin ku têkevin navendê. Di wê kêlîyê de wezîfedarên ewlehîyê yên ku di hundir de bûn di ser xwepêşandaran de gule reşandin.

Di encama bûyera ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin mesele ne meseleyeke siyasî, bes ticarî ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin