Li Iraqê xwepêşan bênavber berdewam dikin

Xwepêşanên ku ji ber bêxizmetîyê li Basrayêdest pê kirin tesîra xwe li Baxdayê jî nîşan dan.

Hat ragihandin li Basraya Iraqê gel ji ber ku  xizmet ji wan re nayê kirin xwe berdan kolanan û dest bi xwepêşanan kirin. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê nikarin pêşîya xwepêşanên ku li Basrayê dest pê kirin bigirin. Piştî ku xelk li Basrayê xwe berda kolanan vêcar jî li Baxdaya paytexta Iraqê jî xelk bo protestoyan xwe berdan kolanan û dest bi xwepêşanan kirin.

Ji ber xwepêşanên ku belav dibin hikûmetê li cihên ku xwepêşan hene xeta înternetê qut kir. Her wisa hat ragihandin Konseya Ewlehîyê ya Neteweyî di bin serokatîya Haydar el-Îbadî de bi şikleke lezgîn civîya û li ser meseleya heyî nirxandinan kir.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di xwepêşanên ku dest pê kirine de heta niha pêşandarek  jiyana xwe ji dest da û 50 pêşandar jî birîndar bûn.

Li Basrayê pêşandarên ku xwe berdan kolanan ji nebûna xizmetê û qutbûnên ceyranê banga îstîfayê li rayedaran kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû