Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 16 mirî 800 birîndar

Di xwepêşanên ku li Iraqê ji ber qutbûnên ceyranê û bêkarîyê rû dan û heta niha berdewam dikin de tev de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 800 kes jî birîndar bûn.

Berî vê çendakî li Basraya Iraqê ji ber qutbûnên ceyranê û ji ber bêkarîyê xwepêşan dest pê kirin û her ku çûn zêdetir bûn û hêj jî berdewam dikin. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê mudaxeleyî xwepêşanên ku belavî bajarên Iraqê bûn kirin. Di encama mudaxeleyên ku hatin kirin de heta niha 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 800 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Enerjîyê yê Îranê Riza Erdekanîyan di daxuyanîya ku belav kir de ji ber ku di welatê wan bi xwe de jî mişkîleya av û ceyranê heye ew ji bêçaretî  ne tenê ceyrana Iraqê, bi heman awayî ceyrana Pakistana û Afxanistanê jî qut kirine.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir