Li Îskenderûnê Şer

Cerdevanek Hat Kuştin

Xeberên ajansan diyar kir ku li Îskenderûna Hatayê, li çola gundê Akarcayê, di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimiye. Di şer de cerdevanek hat kuştin.

Hat gotin ku eskeriyê, li çola çiyayên gundê Akarcayê, di operasyonê de bû. Di heyama operasyonê de, di navbera esker û mensûbên PKKê de, şer qewimî. Di şer de cerdevanek hat kuştin.

Li Şemzîna Colemêrgê, li gundê Bedavê, mensûbên PKKê, girtin ser şantiya baraja Aslandağê. Agir bera wesaîtên şantiyeyê dan û reviyan. Ji ber hadîseyê operasyon hat rast kirin.

Li aliyê din hat diyar kirin ku li Colemêrgê, îdara zanîngeha Hekkarî, ji ber ewlehiyê, qirar da ku perwerdehiya duyem, danê rojê bê dayîn. Rektorê zanîngehê Îbrahîm Belenlî, diyar kir ku li gor xwestina xwendekaran, wê perwerdehiya duyem, danê rojê bê dayîn. Piştî xwendekarên vê qismê mezûn bibin, wê li zanîngehê, ev beşa perwerdehiyê bê rakirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be