Li başûr û bakûrê Japonya şiliya zêde bû sedema bobelatê. Ji ber barana zêde ax herikî û 38 kes jiyana xwe winda kir, 50 kes jî ber bi avê çûn û wida bûn.
Li Japonyayê do barana zêde bû sedema lehî û bobelatê. Ji ber lehî û herikandina axê 38 kesî jiyan xwe winda kir, 50 kes jî ber bi avê çûn û wida bûn. Karbidestan îfade kirin ku ji zêdebûna hejmara kesên windayî metirsîn tê kirin û ji bo tehlîye kirina milyon û nîvek însan talîmat hatîye dayîn.
Bi taybetî baran û lehî li bajarên Hîroşîma, Okayama û Kyoto zêdetir bû sedema zirarê.
Di daxuyanîya ji teref Serokwezîrê Japonya Şînzo Abe ve hat kirin de hat îfade kirin ku ‘rewş zaf xetereye’ û ji bo kesên mehsûr mane xebatên rizgarkirinê bê navber dewam dikin.
Ajansa Meteorolojîyê ya Japonya îfade kir ku li deverên bakûr leyîyê bandora xwe zêdeti daye hîskirin û ev bi deh salaye cara ewile av gîhaştîye vê pîleyê.
ÎLKHA