Wezareta Karûbarên Derve ya Efxanîstanê destnîşan kir ku li paytext Kabîlê êrîşeke xwekujîyê li navenda hilbijartinê hatiye rastkirin. Di encama êrîşa bombeyî de 43 kesan jiyana xwe winda kir, 50 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tendirustî Vahîd Mecrûh, îfade kir ku êrîşa bombeyî li navenda hilbijartinê ya Kale-î Nazir hatîye rastkirin.
Bi şîddeta êrîşê li deverê camên mal û kargehan şikîya û rê ji trafîkê re hat girtin. Heta niha tu kesî êrîş negirtîye ser xwe.
Li hêla din li bakurêrojhilatê welêt li Baghlanê jî êrîşeke din li navenda qeydkirina hilbijartinê hat rastkirin. Di vê êrîşê de jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li Efxanîstanê tê plankirin ku hilbijartinê parlamenterîyê di 20tê Cotmehê de bê çêklirin û ji bo serlêdanên parlementerê di 14dê Nîsanê de serlêdanan dest pê kiribû.
ÎLKHA