Li Kercewsê ji bo berjewendiya zarokên sêwî û bêdayik kermeseke xêrê hat li dar xistin

Li navçeya Kercewsê ya Êlihê (Batmanê), ji hêla Nûnertiya Waqfa Sêwiyan a Kercewsê ve ji bo berjewendiya zarokên sêwî û bêdayik ên hewcedar kermeseke xêrê hat li dar xistin.

Nûnertiya Waqfa Sêwiyan a Kercewsê, bi mebesta piştgirîdayîna zarokên sêwî û bêdayik ên hewcedar ku li navçeyê dijîn, çalakiyeke kermesê pêk anî.

Di çalakiya ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da de, hat diyar kirin ku hemû dahata ku ji kermesê bê bidestxistin dê ji bo peydakirina hewcedariyên sêwî û bêdayikan bê bi kar anîn.

Nûnerê Waqfa Sêwiyan ê Êlihê Musab İmir, di daxuyaniya xwe ya derbarê kermesa hatî li dar xistin de spasiya her kesê ku tevkari li çalakiye kiribû kir.

"‘Tevahiya dahata ji kermesê bê bidestxistin dê ji bo sêwî û bêdayikan bê bi kar anîn’"

İmir di daxuyaniya xwe de cih da van ifadetan: "Wek Waqfa Sêwiyan ji hêla nûnertiya me ya Kercewsê ve, ji bo berjewendiya zarokên sêwî û bêdayik ên hewcedar ên li Kercewsê me kermesek li dar xist. Tevahiya dahata ku dê ji kermesê bê bidestxistin dê ji bo sêwî û bêdayikan bê bi kar anîn. Xudayê mezin ji hemû birayên me yên ku tevlî vê çalakiya me ya xweş bûn û tevkari kirin razî bibe."

İmir spasiya welatiyên ku piştgirî dan kermesê kir û bal kişand ser giringiya piştevaniya li hemberî zarokên sêwî û bêdayik.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Divê ew kesên ku wezîfeyên xwe yên çavdêriyê paşguh dikin hesab bidin