Li Kubayê teyare ket: 101 mirî

Li Havanaya paytextê Kubayê teyareyek rêwîya piştî rabû û şûnde ket, di encama qezayê de 101 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor abahîyên ji çavkanîyên Kubayê yên fermî hatin wegirtin li Havanaya paytextê Kubayê teyareyek rêwîya piştî rabû û şûnde ket. Hat îfadekirin ku di encama qezayê de tenê sê kes sax filitîyê.

Li Havanaya paytextê Kubayê teyareya rêwîya ya Boeîng ya tîpa 737 piştî rabû û şûnde demek derbas bû ket. Hat îfadekirin ku di teyarê de 104 rêwî hebûn û ji wan 9 kes murettebatbûn. Rojnama fermî ya Kubayê îfade kir ku di qezayê de tenê sê kes sax filitîye.

Nexweşxaneyê jî îfade kir ku rewşa kesên birîndar giran e.

Saleke berê li bajarê Artemîsa Kubayê teyareyek leşkerî ketibû û di vê qezayê de 8 kesî jiyana xwe winda kiribû. Di sala 2010an de jî li balafira bajarê Santîago reyareyek rêwîya ketibû û di wê qezayê de jî 68 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir