Li Kurdistana Iraqê namzedên serokatî û serokwezîrtîyê diyar bûn

Berdevkê PDKyê Mahmud Muhammed destnîşan kir li Kurdistana Iraqê ew ê ji serokatîyê re Neçîrvan Barzanî û ji serokwezîrtîyê re jî Mesrur Barzanî namzed nîşan bidin.

Mahmud Muhammedê Berdevkê PDKyê derbasê namzedên ku dê di hilbijartinan de dê ji teref partîya wan ve bên nîşandan de daxuyanî da. Berdevkê Mahmud di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  ew ê li Kurdistana Iraqê  di hilbijartinan de ji serokatîyê re Neçîrvan Barzanî û ji serokwezîrtîyê re jî Mesrur Barzanî namzed nîşan bidin.

Berdevk Mahmud Muhammed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di civîna navxweyî ya partîyê de mijarên siyasî hatine gotûbêjkirin û ew xebat dane destpêkirin da ku waadên ku ew dane xelkê bi cî bînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn