Li Libnanê di hilbijartinan de Hîzbullah bi ser ket

Di hilbijartinên ku doh li Libnanê hatin kirin de “Îttîfaqa Bo Berxwedanê Wefa”yê ya ku ji Hîzbullah û muttefîkên wî pêk dihat bi ser ket.

Herî dawî di sala 2009an de li Libnanê hilbijartinên parlementoyê hatibûn kirin. Doh piştî sala 2009an cara ewil li Libnanê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartina ku hat kirin de nêzî 3,6 milyon kes çûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de Îttîfaqa Bo Berxwedanê Wefa”yê ya ku ji Hîzbullah û muttefîkên wî pêk dihat bi ser ket û zêdetirî nivîyê kursîyên li parlementoyê qezenc kirin.

Li gor televîzyona El Meyadîn partîya el-Musteqbel a ku Serokwezîr Saad Harîrî jê re serokatî dikir têkçûneke giran stand.

Piştî hilbijartinan ji teref siyonîstan ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat dîtin ku  encamên hilbijartinan li xweşa siyonîstan neçûye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû