Li Lîbyayê di pevçûnên ku berdewam dikin de 213 kes mirin û 1009 kes jî birîndar bûn

Li Lîbyayê ji ber pevçûnên ku hêj berdewam dikin hejmara mirîyan derket 213an.

Hat ragihandin li Lîbyayê ji ber pevçûnên ku hêj berdewam dikin hejmara mirîyan derket 213an û hejmara birîndaran jî derket ser hezarekî.

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve ji ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber êrîşa General Xalîfe Hafter a ku di 4ê Nîsanê de bi ser Trablûsê de hatibû destpêkirin pevçûn derketibûn û hêj berdewam dikin ku di van pevçûnan de heta niha 213 kes jiyana xwe ji dest dan û 1009 kes jî birîndar bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 18 hezar kes mecbûr man ku warên xwe terk bikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn