Li Lîbyayê ji ber pevçûnan 121 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Lîbyayê ji ber pevçûnên ku ev bû 10 roj berdewam dikin hejmara mirîyan derket 121î û 561 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Lîbyayê ji ber pevçûnên ku ev bû 10 roj berdewam dikin hejmara mirîyan derket 121î û 561 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve daxuyanîyek hat dayîn.  Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber şer û pevçûna ku ev bû 10 roj li Lîbyayê berdewam dikin tevde 121 kes jiyana xwe ji dest dan û 561 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber pevçûnan nêzî 13 hezar kes mecbûr man ku malên xwe terk bikin û biçin hinek herêmên din.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê