Hat ragihandin li Durangoya parêzgeha Meksîkayê balafira ku 101 rêwî tê bûn ket, di encama ketina balafirê de tu kes ne mir. Lê belê ji 101 rêwîyan tev de 85 rêwî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin balafira ku ji Balafirgeha Guadalupe Victoria bi hewa ket piştî demekê ket. Di encama ketina balafirê de 2 jê giran tev de 85 kes birîndar bûn.
Tê diyarkirin balafir ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê ketiye.
ÎLKHA