Li Mêrdînê ceh yekem a salê ku hatibû çandiniyê, hat derxistin û ji bo firotinê hat pêşkêşkirin

Li Mêrdînê, li Deşta Qoserê yekemîn dexlê arpayê yê salê hat dirûn û li Navenda Bazirganiya Dexlûdan hat firotin. Cotkaran diyar kir ku ji ber ku îsal baran pir baş bariya, bendewariya wan ji bo rekolte û berhemê pir bilind e.

Li Mêrdînê ku yek ji navendên girîng ên dexlûdanê yê li Bakurê Kurdistanê ye, dirûna ceh dest pê kir.

Li gundê Yamanê yê ser bi navçeya Qoserê, ji erdê dêm (bêav) ê 6 donimî yê cotkar Veysî Yaman, 3 ton berhem hat girtin. Ceh birin Navenda Bazirganiya Dexlûdan a Qoserê.

Cehê ku li salona mezatê hat pêşkêşkirin, ji aliyê esnafên zexîreçî ve tona wê bi 20 hezar lîreyî hat kirîn. Ji aliyê Serokê Komeleya Zexîreçî û Dexlûdanfiroşên Mêrdînê Mehmet Şerîf Öter ve jî zêrek ji hilberîner Veysî Yaman re hat diyarkirin.

Cotkarên ku ji mîkrofona İLKHAyê re axivîn, diyar kirin ku ji ber bandora erênî ya barana îsal, ew ji bo rekolte û berhemê pir biûmid in.

"Sê salên dawî cotkar di çandina li ser erdên bejî de rûbirûyî zehmetiyan dibûn"

Mehmet Şerîf Öter ê ku der barê yekemîn berhemê cehê yê salê de daxuyanî da, weha got:

"Berhema ewil a cehê îro li Deşta Qoserê hat dirûn. Par berhema ewil di 14ê Gulanê Roja Cotkaran de hatibû. Salek beriya wê jî ji ber hişkayiyê di 10ê Gulanê de hatibû. Îsal berhema me ya ewil di 21ê Gulanê de, anku nêzî hefteyekê bi derengî hat. Bi rastî me li bendê bû ku dirûn 4-5 rojên din dest pê bike. Berhema ku ji aliyê cotkarê me Veysî Yaman ve li gundê Yamanê hatibû dirûn, îro gihîşt navenda me ya dexlûdanê. Ji erdê 6 donimî nêzî 3 ton berhem tê hêvîkirin. Ev jî li ser erdê dêm ji bo her donimekî dike nêzî 500 kîloyî. Par li Deşta Qoserê pîso (biçerdöver) nekarîbû bikeve ji sedî 95ê erdên bêav. Di ji sedî 5ê mayî de jî cotkar nekarîbû toximê xwe jî derxîne. Sê salên dawî cotkar di çandina li ser erdên bêav de rûbirûyî zehmetiyan dibûn. Hatta îsal gelek cotkaran digot: 'Ger ez îsal jî biçînim û cara çaremîn zirar bikim, ez ê tûşî zirar de rûbirû bibim' û di fikarê de bûn. Lê tevî vê yekê jî çandinî hat kirin."

"Di dexlûdanên bixof (beqliyat) de em li bendê ne ku rekolte bilind bibe"

Öter diyar kir ku ji ber barana ku îsal bariya ew di nava bendewariya rekolteyeke biûmid de ne û weha got:

"Bi rehmeta Xwedê îsal baranên pir xweş barîn. Berhemdariya li ser erdên dêm (bêav) ne li paş erdên avî ne; hatta li hin cihan di rewşeke çêtir de ne. Îsal ji aliyê berhemê ve em li benda sezoneke bereketi ne. Gotineke pêşiyan heye, dibêjin: '72 cure musîbetên dexlûdanê hene, ya herî piçûk ji wan şewat e.' Ji ber vê yekê, heta ku berhem nakeve embarê em naxwazin teqez biaxivin, lê belê hem di genim û arpayê de hem jî di serî de nîsk, di dexlûdanên bixof (beqliyat) de em li benda rekolteyeke bilind in. Bi îzna Xwedê cotkarên me dê heqê keda xwe bistînin. Çavkaniya bingehîn a debara aborî ya Mêrdînê çandinî ye. Piştî çandiniyê tûrîzm tê. Çandinî nirxekî girîng e ku hem dide ser xwarina me hem jî dide ser aboriya me. Bêyî çandinî jiyan nabe."

Öter bal kişand ser zêdebûna bihayê sotemeniyê ku ji ber alozîyên li cîhanê çêbûne û weha domand:

"Bi vê boneyê, em li bendê ne ku Ofîsa Berhemên Axê (TMO) di bihayên nû yên kirînê de ku ragihîne, lêçûnên hatiniyê li ber çavan bigire. Bi taybetî ji ber aloziya di navbera Îran, Emrîqa û Îsraîlê de, geşedanên li Tengava Hurmuzê bihayê mazotê zêde dikin. Bihabûna mazotê cotkaran di rewşeke zehmet de dihêle. Em dixwazin ku ev rewş li ber çavan bê girtin. Em dixwazin ku berhema nû ji bo welatê me bibe xêr û bereket."

Îmran Koçhan ê ku diyar kir nêzî 30 sal in di sektora dexlûdanê de xebatê dimeşîne, da zanîn ku îsal ew li benda berhemdariyeke bilind in û weha got:

"Bi îzna Xwedê îsal sezona dexlûdanê dest pê kir. Îro berhema ewil a cehê hat. Îsal pir baran bariya. Bandora baranê hem ya baş hem jî ya xerab heye. Kêmbûna baranê dibe sedema kêmbûna rekolteyê. Lê belê sed spas ji Xwedê re, îsal em li benda berhemekî bilind in."

"Em hêvî dikin ku dewlet daxwazên cotkaran bi cih bîne"

Seyhan Erat ê ku ji esnafên Navenda Bazirganiya Dexlûdan e jî der barê lêçûnên hatiniyê de axivî û ev tişt anîn ziman:

"Îro yekemîn dirûna me ya cehê pêk hat. Li gorî par, îsal dirûn nêzî 10 rojan bi derengî dest pê kir. Niha ji erdekî 8 donimî nêzî 2,5 ton arpa hat girtin. Berhemdariya navîn a ji bo her donimekî di navbera 250 û 300 kîloyî de diguhere. Îsal, me sezoneke wisa jiya ku di salên dawî de herî pir baran lê bariya ye. Ji ber vê yekê em li benda rekolteyeke bilind in. Em texmin dikin ku li seranserê Tirkiyeyê rekolte bibe nêzî 21 milyon tonî. Em dixwazin ku ev sezona dirûnê ji bo cotkarên me û welatê me bibe xêr û bereket.

Lê belê lêçûnên hatiniyê pir bilind in. Bihayê gubreya DAPê nêzî 45 hezar lîreyî ye, mazot jî êdî xwe gihandiye 80 lîreyî. Cotkarên me ji TMOyê bihayekî baş li bendê ne. Em hêvî dikin ku dewlet daxwazên cotkaran bi cih bîne."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de Cayê Serocîyayış û Rotışê Qurbanan Bellî Bi
Dîmenên reviyana pisîkan di dema erdhejê de ketin kamerayan
Li Wanê bingeha Medresetu'z Zehrayê bi duayan hat avêtin
Beriya Cejna Qurbanê zarokên sêwî ji bîr nekirin
Li Diyarbakırê beriya cejnê kontrolên li ser xwarinê hatin zêdekirin