Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Kesek mir 3 kes birîndar bûn

Li Mêrdînê êrîşa çekdarî li kesên di nava wesayîta ku di ronahîyan de sekinîbûn hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Mêrdînê êrîşa çekdarî li kesên di nava wesayîta ku di ronahîyan de sekinîbûn hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di ronahîyên li ber avahîya Walîtîyê ya li Artukluya Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berî niha di navbera du malbatan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hisûmet derket. Çend kes ji malbatekê êrîşa çekdarî birin li ser endamên malbatên din.

Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de yek jê giran tevde 4 kes birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan kesê ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

2 êrîşkar ji teref polêsan ve hatin girtin û lêpirsîna derbarê êrîşê de berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê