Li Mêrdînê lehî rabû

Li Sellaxêya girêdayê Artukluya Mêrdînê doh ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû mal di bin avê de man û zirar dîtin.

Hat ragihandin li Sellaxêya girêdayê Artukluya Mêrdînê doh ji ber barana ku zêde barîya, robar serve çûn û lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû mal di bin avê de man, wesayît ber avê re çûn û gelek welatî zirar dîtin. Ji ber lehîyê gelek mekteb hatin tatîlkirin.

Welatîyên ku malên wan di bin avê de man, wesayîtên wan ber avê re çûn û heywanên wan telef bûn ji rayedaran daxwaz kirin ku zirara wan bê tedarikkirin.

Welatîyên ku ji ber lehîyê zirar dîtin û mexdûr bûn derbarê mijarê de wiha axivîn:

Abdunnasir Yildirim: “Teqdîra Xweda ye, Xweda hifza me ji ya mezintir bike. Tu dibînî, ez ê biçim camîyê, lê ji ber herîyê ez bi pîyê tazî diçim.”

Goksel Yildirim: “Avê da mala me, min mala xwe nû çêkiribû. Mala min xera bû. Nêzî hezar brîket, 35 dar û 2 qamyon qum tev ber avê re çûn. Ez bi heqeke pir hindik dixebitim, ez ê xisara malê çawa çareser bikim, ez nizanim. Ez bang li rayedaran dikim: em dixwazin xisar û zirara me bê tedarikkirin. Borîyên kanalîzasyonê ne baş in, ger baş bana dê wisa nebûba.”

Abdullatîf Yildirim: “ Borîyên biçûk xistine bin erdê, ji ber wê yekê serve çûn. Ji ber ku mekteb bi erdê ve ye hetanî tavanê xwe di bin avê de maye. Hûn halê malên me dibînin. Mala min, bavê min, birayê min û yên birazîyên min tev di bin avê de mane. Wesayîta me ber avê re çû.”

Mehmet Şah Çelîk: “Weke tsunamîyê her der bin avê de ma. Felaketeke pir mezin bû. Hemd ji Xwedê re ku tiştek bi serê me nehat. Em ji rayedaran rica dikin, bila robarê fireh bikin û betonê lê birjînin.Bi sedan mal di bin avê de man, heywan telef bûn û wesayît ber avê re çûn.”

Adle Gunay: Ez 66 salî me, cara ewil ez ji tofaneke wisa bûm şahid.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû