Li Mêrdînê mînîbusek ku xwendekaran hildigirt qelibî: 13 xwendekar birîndar bûn

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, mînîbusek ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet tê de bûn, qelibî û di encamê de 13 xwendekar birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Artuklu-Nisêbîn a li nêzî taxa Çayirpinarê qewimî.

Li gorî agahiyan, mînîbuseke bi plakaya 47 AET 130 ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet a li Nisêbînê dixebitî, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn kontrola xwe winda kiriye û wergeriyaye.

Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê, cenderme, polês û îtfaîyeyê bo herêmê hatin şandin.

ZHT (15), SD (14), SA (18), AA (12), H.Ç. (12), LV (12), MD (11), Z.Î. (11), RA (12), RH (10), NO (12), AA (12) û SA (12) ku di qezayê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tendurisît, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat hînbûn ku rewşa jiyana xwendekaran ne di talûkeyê de ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Batman'ê Beşiri de 'Heyat Namazirawewe' fînalê xo ameyo kerdene
Qeza ku diya ji Çinarê û 2 zarokên wê birîndar bûn li ser kamerayê ye
Xanî şewitîn, tax hatin valakirin
Ji bo 450 malbatên hewcedar alîkarîya qirtasîyeyê kir
Li Dîyarbekirê tevgera çêkirina şûşeyan dest pê kir