Li Diyarbekirê qeza ku diya ji Çinarê û 2 zarokên wê birîndar bûn li ser kamerayê ye
Li navçeya Rezanê ya Diyarbekirê ew kêliya qezayê ku tê de otomobîla ji kontrolê derketî li diya Çinarî û 2 zarokên wê xist, ket ber kamerayan.
Qaza, duh li ser Kolana Sêverekê pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otomobîla ku di çarrêyê de ji kontrolê derket, li diya ji Çinarê û 2 zarokên wê yên ku li ser peyarê (Qaldirimê) rawestiyabûn xist.
Piştî qazayê tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhastin û hate ragihandin ku rewşa dayikê giran e.



Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.