Karwana Hêvîyê li Batmanê ji bo 450 malbatên hewcedar alîkarîya qirtasîyeyê kir
Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya destpêkirina sala nû ya xwendinê, ji bo zarokên malbatên feqîr amûrên qirtasîyeyê peyda kirin. Rêxistin, ji bo ku bigihîje bêtir malbatan, ji xêrxwazan piştgiriyê dixwaze.
Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê, ji bo temînkirina lazimatîyên qirtasîyeyê yên zarokên malbatên feqîr kampanyayek xêrxwaziyê li dar xist.
Xwendekarên 450 malbatan ku kelûpelên nivîsgehê yên wekî çente, defter, jêbir û pênûs wergirtin hemî bi ken bûn.
Alîkarê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê Salih Gultekin, diyar kir ku alîkarî di tevahiya 12 mehên salê de berdewam dike, û di daxuyaniya xwe de got ku ji bilî alîkariya nivîsgehê, ew di warên cûrbecûr de wekî xwarin, cil û berg û goştê qurbanê piştgiriyê didin malbatên hewcedar. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.