Qeza, li gundê Pîran ya Navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîteke bazirganî ya sivik ku plaqeya wê nehatibû diyarkirin û ji aliyê H.B. (31) ve dihat ajotin, li mînîbuseke ku navê şofêrê wê nehatibû diyarkirin qelibî.
Di qezayê de şofêrê wesayîta bazirganî ya sivik H.B. û rêwiyên di mînîbusê de M.A. (13), M.E.D. (14) û U.G. (13) birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendermeyan hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku ji birîndaran H.B. rewşa wî giran.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)