Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Weqfa Êtîman ji bo piştgiriya pêdiviyên mamayên pitikan li Xezzeyê kampanyayek da destpêkirin. Weqf temînkirina mamayê ji bo yek pitikî 1000 TL destnîşan kiriye û armanc dike ku bi kampanyayê bigihîje 5.000 bexşvanan.
Weqfa Êtîman, ku hem li hundir û hem jî li derveyî welat ji bo zarokên êtîm û malbatên hewcedar çalakiyên alîkariyê dike, ji bo piştgiriya pitikên ku ji krîza mirovî ya li Xezzeyê tesîrdar bûne, kampanyaya mamayê da destpêkirin.
Kampanya, ku armanca wê alîkariya temînkirina pêdiviyên xurekî yên pitikan li Xezzeyê ye, hewl dide ku bi piştgiriya bexşvanan mamayê ji bo pitikan peyda bike. Weqf ji bona ku bigihîje armanca xwe ya ji bo kampanyayê armanc dike ku bigihîje 5.000 bexşvanan.
Pakêta mamayê 1000 TL ye
Di kampanyayeke ku ji aliyê Weqfa Êtîman ve hatiye destpêkirin de, ji bo piştgiriya mamayê 1000 TL alîkarî hatiye veqetandin û xêrxwaz jî ji bona ku destekê bidin kampanyayê bagn li wan hat kirin.
Weqfê wiha got, "Armanca me ew e ku em bigihîjin 5.000 bexşkeran. Bexşandina mamayê 1.000 TL ye. Dibe ku ji bo me tenê lêçûna xwarinek be, reqemek piçûk be. Lê ji bo zarokek li Xezzeyê ku bi birçîbûnê re têdikoşe, ev piştgirî dikare bibe hêvîyek mezin ji bo jiyanê. Werin ji bona ku birçîbûna pitikan li Xezzeyê sivik bikin em bi hev re bixebitin. Werin em kenekê bînin ser rûyê pitikek û hêviyê bînin dilê dayikek. Werin em ji bîr nekin ku dilovanî dema ku tê parvekirin zêde dibe, û cîhana me dema ku em dilovaniyê nîşan didin xweşiktir dibe." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.