Li New Zelandê azana înê zindî hat weşandin

Li New Zelandê ji bo Mislimanên ku di êrîşa terorê ya xaçperest de şehîd bûbûnbernameya bîranînê hat tertîpkirin. Azana înê di televîzyonan de zindî de hat weşandin.

Hat ragihandin li New Zelandê ji bo 50 Mislimanên ku di êrîşa terorê ya xaçperest de şehîd bûbûn  berîya nimêja înê bernameya bîranînê hat tertîpkirin. Azana înê di televîzyonan de zindî de hat weşandin.

Piştî azana ku di televîzyonan de zindî hat xwendin re 2 deqîqe ji bo şehîdan rêz hat girtin.

Jacînda  Arderna Serokwezîra New Zelandê jî beşdarî nimêja înê ya ku li Parka Hagleyê hat kirin bû. Ardern piştî nimêja înê axavtinek kir û destnîşan kir “New Zeland di şînê de ye û bi wê re ye, em tev yek in.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn