Li New Zelandê di weşana zindî de wê azan bê xwendin

Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern destnîşan kir ew ê roja înê li tevahîya welêt di weşana zindî de azan bidin xwendin.

Jacinda Arderna Serokwezîra New Zelandê di axavtina xwe ya ku di bernameyeke televîzyonê kir de destnîşan kir piştî wê êrîşa terora xaçperest ew ê roja înê li tevahîya welêt di weşana zindî de azana şerîf bidin xwendin.

Aderna di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Em dixwazin ku Misliman xwe di ewlehîyê de hîs bikin. Îna borî du êrîş li camîyan hat kirin û qetlîamek li wan mizgeftan hat kirin. Em ji wî wextî heta niha hewl didin da ku Misliman di ewlehîyê de bin. Di îna pêşîya me di wextê nimêjê de bi wasitaya çapemenîya me azana şerîf dê bi şikleke zindî bê xwendin. Her wisa em ê ji bo 50 kesên ku di êrîşê de şehîd bûn û ji bo wan kesên ku birîndar bûn bernameyeke bîranînê tertîp bikin.”

Aderna di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ji destpêka êrîşê heta niha ji bo êrîşkar wesfê terorîst bi kar anîye; lewra êrîşa ku hatiye kirin êrîşeke terorê ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin